General Votel li Minbicê ye

îro bi awayekî nihênî serdan kiriye
کوردستان TV
100%

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê  (CENTCOM)  General Joseph Votel îro çû bajarê Minbicê û ligel karbidestên sîvîl û leşkerî yên xwecîhî kom bû.

Li gor nûçeyeke dengê Amerîkayê Berdevkê Koalîsyona dijî DIŞIê Kolonel Sean Ryan diyar kiribû ku hêzên Amerîka û Tirkiyê li dora Minbicê ji hevdu cihê digerin.

Wî dabû zanîn ku ewê leşkerên Tirk nekevin hindurê wî bajarî.

Votel piştî civînên xwe yên li gel rayedarên sivîl û leşkerî yên Minbicê, derket nava bajar û di nava kolanên bajar de geriya û ji şêniyên vê bajarê behsa rewşa wan û rewşa bajarê wan kir.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.