Serokwezîrê Kurdistanê peyameke sersaxî weşand.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta wefata wezîrê berê yê darayî û abûriya Kurdistanê Bayîz Talebanî peyameke sersaxî pêşkêşî malbata vî kir.
Serokwezîr di peyama xwe de nivîsandiye; mixabin îro danê sibê wezîrê berê yê darayî û abûriya Kurdistanê Bayîz Talebanî ji ber nexweşiyê wefat kir û wefata vî me gelek xemgîn û dilgiran kir û ji xwedê daxwaz dikin rihê rehmetî bi beheşta xwe şad bike û sebir û sebûrî jî bide kesûkar, dost û hevalên rehmetî.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji peyama xwe de diyar kiriye ku şêx Bayîz Talebanî kesekî xebatkar û dilsozê gelê xwe bû… Ew dê her dem di bîra me de bimîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin