Rayedarên Kerkûkê jî dibêjin rewşa ewlekarî ya Kerkûkê gelek aloze.
Di vê derbarê de peyamnêrê Kurdistantv yê li deverê diyar kir ku îro li ser rêya navbera Dubiz û Bacivan ya li Rojavayê Kerkûkê pevçûnek di navbera DIŞI û hêzên Îraqê de qewmiye.
Li gor gotinên peyamnêrê Kurdistantv, DIŞI li ser rêya navbera Dubiz û Bacivan navendeke leşkerî ava kiriye û kontrola hatûçûnê dike.
Herwiha îro li vê deverê di navbera DIŞI û artêşa Îraqê de pevçûn qewmiye û heta niha jî ti zaniyarî derbarê zirarên vê pevçûnê de nehatine belavkirin.
Ji aliyeke din ve jî endamên civata parêzgeha Kerkûkê diyar dikin ku rewşa ewlekarî ya Kerkûkê gelek aloze û lazime bilez çareseriyek ji rewşa ewlekarî ya vê bajarê re were dîtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin