Alîkarê Serokê Partiya Gel ya Komarparêz (Cumhuriyet Halk Partisi- CHP) Gûrsel Tekin got ku alîkarê serokomar wê yekî Kurd be.
Li gor nûçeyeke peyamakurd Ji bo Hilbijartina 24ê Hezîranê ji partiya CHPê daxuyaniyeke girîng hat. Di derbarê mijarê de Alîkarê Serokê CHPê Gûrsel Tekin axivî û got ku heke em di hilbijartinê de bi ser bikevin, meheqqeq Alîkarekî me yê serokomarî, wê yekî Kurd be.
Gûrsel Tekin wiha berdewam kir: Kurd û Tirk wê wekhev bin. Her welatiyê Tirkiyê, wê li ber makezagonê xwediyê heman mafan bin. Em ê pirsgirêka zimanê mader, rêvbiriyên herêmî û mijarên demokrasî û azadiyê jî çareser bikin. Divê şaredarî ji aliyê qeyyûman ve neyên îdarekirin, divê wekîlê girtî nebin. Hinek jî CHPê baş nas nakin. Ez bi xwe jî Kurd im. Gelek Kurdên weke min wê di rêvebiriyê de cih bigirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin