Berdevkê Fermî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş diyar kir ku îdayên dibêjin artêşa Tirk derbarsî Minbicê bûne, derw in.
Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş derbarê îdayên ku dibêjin Artêşa Tirk ketiye Minbicê ji ajansa me re axivî û got ku dewriyên Artêşa Tirk li ser xeta çeteyên Diri El-Firat dimeşin û destnîşan kir ku dewriyeên hêzên Amarîkî ji li ser xeta hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbcê digerin.
Şervan Derwîş derbarê mijarê wiha axivî: "Em tekez dikin ku hêzên Tirkiyê neketine bajarê Minbicê û yek gav jî bi aliyê hêzên me de ne hatine. Hêzên me hîn di noqteyên xwe yên beranberî Diri El-Firat de ne."
Derwîş di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan ku Artêşa Tirk dewriyên xwe li xetên sînor ên Diri El-Firat de digerîn in û wiha got: "Di heman demê de dewriyeyên hêzên Amarîkî jî li aliyê şervanên meclîsa me, diger in. "
Anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin