Derhênerê Kurd xelata festîvala Bîg Bingê wergirt

jiber kurte fîlma xwe xelat wergirt
کوردستان TV
100%

Xelata baştirîn derhînerê festîval “Bîg Bing” ya Yûnanê pêşkêşî derhînerekî Kurd hate kirin.

 “Perwîz Rostemî” derhînerê Kurd yê xelkê bajarê Merîwanê, xelata baştirîn derhînerê festîvala “Bîg Bing” ya Yûnanê ji ber çêkirina filma “Metersegha hem mîmîrend” wergirt.

Di vê festîvalê de, 40 kurte fîlm digel yektir rikeberî dikirin, ku di encama vê rikeberiyê de 11 kurte fîlm hatine hilbijartin.

Kurte fîlma “Metersegha hem mîmîrend” di 70 sînemayên welatê Yûnanê de wê bê weşandin, û dahata wê jî wê ji kesên ku ev kurte fîlm çêkirine, bê dan.

Rostemî derheqê vê fîlmê de, ji medyayan re gotiye ku: “Senaryoya vê fîlmê li ser mijareke rast hatiye çêkirin ku, di şahiyekê de ji ber bombebaranê bûk û zava jiyana xwe ji dest didin, û ew merasima davetê bi vê bûyera giran û dilêş û bîreweriya tal ji bo bav û dayîkên bûk û zava diguhere”.

Sînema

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.