Trump: Êdî gefeke navokî ji Koreya Bakur tuneye

Serokê Amerîkayê twittek derbarê serdana xwe de weşand
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîka Donald Trump, piştî ku ji hilcivîna Sîngaporê ya ligel Serokê Koreya Bakurî Kim Jong Un vegeriya Amerîkayê, îro çarşemê ragihand ku "êdî gefeke navokî ji Koreya Bakur tuneye."

Trump li ser Twitterê nivîsî."Ji rêwîtiyeke dirêj, aniha giheştim Amerîka. Li gor roja ku hatim ser kar, divê herkes niha xwe ewletir hêst bike.

Trump diyar kir ku hevdîtina wî ya bi Kim re serborîyeke balkêş û pir erênî bû. “Koreya Bakur xwedîyê potensîyeleke mezin ya sibêrojê ye.

Kim jî roja sêşemê, di hilcivînê de bi "temamkirina bênavokîbûna Nîvgirava Koreyî” qayil bûbû, piştî ku Trump jî bi awayekî neçaverêkirî gotibû ku ew hemî hîndarîyên leşkerî yên bi Koreya Başûr disekinîne.

Trump got: Bi sekinandina lîstokên şerî, me tonek dirav berhev kirin jiber ku her du alî jî bi niyeta qenc danûstandinan dikin.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.