Seher”a Demîrtaşî bi kurdî hatiye çapkirin

bi Soranî jî hatiye çapkirin
کوردستان TV
100%

Pirtûka Selahedîn Demîrtaşî ya bi navê “Seher” ji hêla Weşanxaneya Aramê ve bi kurdî hatiye çapkirin.

Weşanxaneya Aramê pirtûka Selahedîn Demîrtaşî ya bi navê “Seher” bi kurdî çap kiriye. Pirtûk ji hêla Rêdûr Dîcleyî ve ji bo kurdî hatiye wergerandin.

Danasîna pirtûkê li Amedê li Bezgin Bekir Kafeyê çêbû û gelek kes beşdarî bernameyê bûn. Sirri Sureyya Onder, Yuksel Genç, Rênas Jiyan, Sîdar Jîr, Rêdûr Dîcle, A. Hîcrî Ozguren û Ozgur Amedî pirtûk îmze kirin.

Wergêrê pirtûkê Rêdûr Dîcleyî heta niha du pirtûkên helbestan nivîsandiye û got ku ew ji salên lîseyê û vir ve bi wêjeyê re mijûl e, wergerê dike lê Seher yekem pirtûka wî ya wergerê ye.

bianet

Pirtûk û çapkirî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.