Sindoqên duh li Bexdayê şewitîn dengên erebên sunî bûn

dengên ku hatine şewtandin yên suneyanin
کوردستان TV
100%

Duh li Bexdayê agir bi komeka sindoqên dengên hilbijartinên Parlementoya lraqê ket û hejmarek hatin şewitandin. Parlementerê Komela lslamî Reşîd di Parlamentoya lraqê de ragihand, "duh ew sindoq bi dest hatin şewitandin."

Parlementerê Komela lslamî Ehmed Hacî Reşîd di Parlamentoya lraqê de derbarê wê bûyerê bi Spûtnîkê ragihand, "duh ew sindoq bi dest hatin şewitandin û armanca wan jî veşartina sextekarî û tawanên xwe ku hin partên siyasî encamdan bu, ew sendoq li devera Resafe li Bexdayê hatin şewitandin û nêzî 1700 sindoq ligel amarên jimartine hatine şewitandin û piraniya dengên Erebên Sunî bûn.

Herwiha xuyakir ta niha eşkere nebûye kî şewitandine, lê hemû nîşane xuya dikin ku bi dest şewtandîne ji bo ku sextekariyên xwe tê de veşêrin ji ber hin aliyên siyasiyên Sune bêtir hin partiyên siyasiyên kurd sextekarî di encamên hilbijartinan de kirine.

Derbarê karên komîsyonê got, "taze ew bûye yasa komîsyon her ji aliyê 10 dadweran ve tê birêvebirin û 3 ji wan kurd in, lê pirsa jimartina dûbareya dengan bi destan hinekî xerab bû, ji ber wê şewata duhî, niha di nîv parlemantoyê basê projeyasayekê din tê kirin ku ser ji nû ve hilbijartin bên encamdan û ev hilbijartinên roja 12 Gulanê bên betalkirin."

Herwesa derbarê ji nû ve jimartina dengan ragihand, em her çar partiyên Kurdistanê bi biryar in ku cardin dengên bi destan bêne jimartin, derbarê wê yekê ku destkarî di sindoqên dengê de hatiye kirin em wê yekê baş di zanîn, lê hin belge di destê me da hene, em dikarin hemû sextekariyan eşkere bikin, lê eger em bizanin ku lraq bi rewşeke xerab re rû bi rû nemîne. Em jî piştevanya wê yekê dikin ku helbijartên perlemantoyê bên dûbarkirin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.