Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayip Erdogan ragihand, ku operasyona Qendîlê ya li dijî PKKê destpê kiriye.
Erdogan di çarçoveya bangeşeya hilbijartinan de, li bajarê Nîgdeyê axifî û got: Me bi 20 balefiran êrîşê Qendîlê kir û me 14 bingehên PKKê jinav bir. Bi vê operasyonê şerê li dijî PKKê li Qendîlê destpê kiriye.
Herwiha Erdogan di dema bangeşeyê de got: Bînin bîra xwe, min gotibû Qendîl. Min gotibû Şingal. Li dijî van deveran jî me dest bi operasyonên xwe kiriye. Me bi 20 balefirên xwe 14 bingehên giring yên PKKê jinav biriye. 20 balefirên me çûn li wan xistin û vegeriyan. Wê ev operasyon berdewam bike. Qendîl li dijî welatê me kaniya gefê ye û armanca me tinekirina wê ye. Me çawa Efrîn, Bab, Cerablus û Ezaz paqij kiriye, emê Qendîlê jî paqij bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin