DIŞIê 6 welatiyên Kurd revandin

her 6 kes endamên yek malbetîne
کوردستان TV
100%

Li Başûrê Kerkûkê DIŞIê êrîşî ser gundên Kakeyiyan kir.

Peyamnêrê Kurdistantvê yê li deverê diyar kir ku şeva derbasbûyî li gundê Zinqere ya ser bi devera Daqoqê ya li Başûrê Kerkûkê, hijmareke terorîstên DIŞIê êrîşî ser welatiyên Kurd yên Kakeyî kirine.

Peyamnêrê Kurdistantvê diyar kir ku di encama wan êrîşan de, terorîstên DIŞIê 6 welatiyên Kurd yên Kakeyî ku tevahiya wan endamên yek malbetê ne, revandine û bo cîheke nediyar veguhastine.

Li gor zaniyariyên ku hatine bidestxistin, terorîstên DIŞIê bo azad  kirina wan welatiyan daxwaza pereyeke gelek zêde kiriye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.