Cîgirê serokê Perlemana Kurdistanê Cefer Emînkî ragihand ku sibe wê Perlementoya Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina piroje yasaya çaksaziyan bicive.
Cefer Emînkî got: Em piştrast in ku sibe wê Perleman bigehe rêketinekê, li ser pirsa çaksaziyan. Herwiha diyar kir, ku bizavên nehiştina paşeketkirina mûçeyên fermanberan, li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam in.
Nav hatî diyar kir ku hikûmeta Kurdistan nerîna xwe li ser pirojeyasaya çaksaziyan daye xuyakirin, me jî wek Desteya Serokatiya Perleman, maddeyên xwe destnîaşn kiriye, lewra ez piştrast im ku civîna sibê wê bi awayekî serkeftî bê lidarxistin".
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin