Îran jî dixwaze tevli operasyona Qendîlê bibe

Tirkiye dibêje Îran jî amadeye li dijî Qendîlê dest bi operasiyonê bike
کوردستان TV
100%

Li gor çavkaniyên leşkerî, Îran ragihandiye ku bo Qendîlê ji PKKê paqij bikin, amade ne ku bi Tirkiyê operasyona hevpar bikin.

Operasyona Tirkiyê bo ser Qendîlê dewam dike. Tirkiye ragihand ku di derbarê operasyona ser Qendîlê de, Iraqê û Îranê agahdar kirine û operasyon di çarçoveya hevdîtina par de dimeşe ku serokerkanê Tirkiyê bi serokerkanê Îranê re hevdîtinan kiribû.

Çavkaniyên leşkerî dibêjin ku ew bi yekîneyên îstîxbarata Îran û Iraqê re di nava têkiliyan de ne û bi taybetî Îran amade ye ku di destpêka operasyona bejayiyê de, tevli operasyonê bibe û bo operasyonê dest bi amadekariya leşkerî kirine.

Peyamakurd

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.