Serokê berê yê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê(ENKS) û endamê komîteya pêwendiyên derve Ibrahîm Biro ragehand ku, li bajarê Qamişo kadirek ji PKK li gel grûpeke çekdar girtin ser mala xuşka wî û dest danîne ser malê.
Ibrahîm Biro di daxuyaniyeke nivîskî de li ser rûpela xwe ya Facebookê ragehand ku, grûpeke çekdar ji PKKê grtin ser mala xuşka min û zavayê min endezyar Ebdulmecîd Mistefa binçav kirin.
Biro da zanîn ku, wan çekdaran bi darê zorê zarokê xuşka min ji malê der kirin û dest danîne ser malê bi kelûpelên xwe ve.
Berî niha jî çekdarê PYDê girtibûn ser mala kurê serkirdeyê ENKS û nûnerê wê di Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de Fûad Elîko û dest danîne ser malê di şûna wan de jî du malbatên Efîrê bicih kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin