Namzetê Serokomariyê yê HDPyê, wê ji bo axavtina propagandayê ya li TRTyê, du caran ji Edîrneyê bibin Enqereyê. Demîrtaş li Girtîgeha Edîrneyê tê girtin.
Namzetê Serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahedîn Demîrtaş wê ji bo axavtina propagandayê ya li TRTyê ya derbarê hilbijartina 24ê Hezîranê de du caran ji Edîrneyê bibin Enqereyê. Demîrtaş ji 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê û vir ve girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê girtin.
Namzetên Serokomariyê wê 17ê Hezîranê ya 2018ê roja yekşemê ku propagandaya radyo û televizyonan vê rojê dest pê dike û 23yê Hezîranê ya 2018ê roja şemiyê ku roja dawiyê ya propagandayê ye li TRTyê du caran biaxivin. Her axavtinek wê 10 deqîqe be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin