Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) bal kişand ku hilbijartinên Tirkiyê yên 24’ê Hezîranê, di Rewşa Awarte de li dar dikevin û dîyar kir ku hilbijartin dê pergaleke nû ya Serokkomariyê tîne.
Dîrektorê HRW’ê yê Ewrûpa û Asya Navîn Hugh Williamson got ku kî bi ser dikeve bila bi ser keve divê were fehm kirin ku hilbijartin bo çi tên kirin û encamên pergala nû ya serokomariyê werin dîtin.
Williamson diyar kir ku hilbijêr di hilbijartineke adil de roleke girîng dilîzin û da zanîn ku divê partî û berbijar bo wan bi awayekî eşkere karibin kempeyna hilbijartinê li dar xînin.
HRW’ê da zanîn ku partîyên rikeberîyê bo hilbijartina parlamento û serokomarîyê, di rewşeke dijwar ya siyasî de têkoşînê dikin.
HRW’ê bi bîr xist ku hikûmeta Tirkiyê di du salên dawiyê de li ser medyaya serbixwe zext çêkirine û diyar kir ku bi qasî temamê kanalên televîzyonan ketine bin kontrola desthilatê.
Rêxistina navneteweyî da zanîn ku li gor hin delîlan, partîyên rikeberiyê bi awayekî pir kêm di medyayê de tên raber kirin.
Li gor rêxistinê, herî zêde Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi astengîyan re rû bi rû dimîne.
HRW’ê diyar kir ku berbijarê serokomarîyê yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş û hin berbijarên wê partiyê ji girtîgehan kempeynê dimeşînin û da zanîn ku ew jiber sedemên siyasî bi sûcên terorê tên tawanbar kirin.
HRW’ê da zanîn ku encama hilbijartinê çi be jî dê desthilata serokomariyê zêde bibe û rola parlamentoyê ji berê kêmtir bibe.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin