Peymanêrê Kurdistantvê yê li devera Akrê ragihand ku îro balefirên ser bi artêşa Tirkiyeyê bo cara yekem devera Bakirman ya ser bi Akrê bordiman kirine.
Li gor peyamnêrê me, balefirên artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê sê gundên ser bi devera Bakirman ya Akrê bordiman kirine.
Heta niha ti zaniyariyek derbarê zirar û ziyanên ew bordimanên han de nehatiye belavkirin lê peyamnêrê Kurdistantvê behsa vê yekê dike ku şêniyên wan her sê gundan rastî tirs û fikaran hatine û hine ji wan malên xwe cê hêştine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin