Iran bi qut kirina ava zêya biçûk zirarên mezin gehandiye Kurdistanê.
Li gor jêderên ji parlementoya Kurdistanê, jiber qut kirina ava ziya biçûk ji aliyê rejîma Îranê ve, zirarên mezin gehêştine hin deverên Kurdistanê.
Jêderên ji parlementoya Kurdistanê behsa vê yekê dikin ku eger di demeke kên û bilez de ew kêşe neyê çareser kirin û Îran dubare avê ber nede vê parlementoya Kurdistanê bo der kirina biryarên hewce li ser vê mijarê civîneke awarte lidar bixe.
Hêjayê gotinê ye her sal di destpêka havînê de rejîma Îranê ava rûbara ziya biçûk yaku ji Rojhilat tê Başûrê Kurdistanê qut dike û bi vê rengî zirarên mezin degehêjin wan deveran ku ew rûbar di nava wan re derbas dibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin