Cîhadiyên terorîst hunermendekî Kurd revandin

hîn jî ti agehî ji çarenivîsa wan nehatiye bidestxistin
کوردستان TV
100%

Cîhadiyên terorîst yên ser bi Tirkiyeyê hunermendekî Kurd û birayê vî revandin.

Hate ragehandin ku, cîhadiyên yên bi ser Tirkiyê ve hunermendekî kurd û birayê vî di nava bajarê Efrînê de girtine û ber bi ciheke ne diyar ve birine.

Li gor malpera Afrîn media senter ragehandî, duh êvarî grûpek çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiyê piştgiriya wan dike ji nav bajarê Efrînê hunermend Ehmed Nasan û birayê wî Mihemed Nasan ji cihê karê wan girtin.

Tê zanîn ku,  hunermend Ehmed Nasan ji xelkê nahiya Şiyê ye û li bajarê Efrînê kar dike, heta niha jî çarenivîsa wan ne diyare.

Mûzîk

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.