Wezîrê karûbarê avê yê Îraqê dibêje pêdiviya me bi 68 milar dolar heye.
Wezîrê karûbarên avê yê hikûmeta Îraqê Hesen Cenabî di kongreyeke çapemenî de diyar kir ku hikûmeta Tirkiyeyê biryar daye heta meha Temûzê avê neke nava bendava Ilisûyê.
Hesen Cenabî herwiha diyar kir ku hikûmeta Îranê jî her du rûbarên zêya biçûk û Kerxe kontrol kiriye û Tirkiye jî 5 bendavên din li ser rûbarê Dicleyê çê kiriye lewre ji ber wan bendav û siyasetên welatên cîran niha Îraqê rastî qirîza kêmaviyê bûye.
Cenabî diyar kir ku bo rizgar bûn ji qirîzên wisa pêdiviya hikûmeta Îraqê bi siyasetên baş yên avê hene û bo baştir kirina wan siyasetan jî pêdiviya me bi herî kêm 68 miliyar dolar heye.
Nav hatî eşkere kir ku rêjeya dahata Îraqê ji avê û berhemên avê ji sedî 50 bûye û niha tê payîn ku jiber qirîza han vê ew rêjeya han bo seda 30 kêm bibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin