Serok Barzanî teqînên Bexdayê mehkûm kir

Serok Barzanî dibêje hîn jî dawî bi terorê nehatiye
کوردستان TV
100%

Hevxemiya xwe bo kesûkarên qurbaniyan diyar kir.

Îro Serok Barzanî di peyamekê de derbarê teqînên dohê bi şev yên li taxa Sedir ya li Bexdayê diyar kir ku ew teqînên han nîşaneya vê yekê ne ku weke ku dihat gotin hîn jî dawî bi teror û DIŞIê nehatiye.

Ew tekesta peyama Serok Barzaniye;

Binavê xwedê mihrêwan

Bi tundî ew êrîşên terorîstî yên şeva derbasbûyî li li devera Sedir yaku bûne sedema şehîd û birîndar bûna hijmareke zêde ji welatiyên bêtawan, mehkûm û şermezar dikim, serxweşiya xwe pêşkêşî kesûkarên ev êrîşa terorîstî dikim û hêviya bilez çê bûnê jî bo birîndaran dixwazim.

Ew êrîşên han nîşaneya vê yekê ne ku hîn jî weke ku dihat gotin dawî bi teror û DIŞIê nehatiye û heta niha terorîst metirsîne bo ser ewlekariya welat û jiyana welatiyan.

Weke tê zanîn dohê bişev çend teqîn li taxa Sedir ya li Bexdayê pêk hatibûn û hijmareke welatî canê xwe ji dest dabûn û zêdetir ji 100 welatiyên din jî birînbar bibûn.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.