Piştî topbarana DIŞIê hêzên pêşmerge jî xwe amade kirin bo bersif danê.
Îro danê sibê terorîstên DIŞIê çend gundên ser bi devera Cebare bi havenan topbaran kirin û di encam de Efserekî polîs yê teqawid kirî bi navê Mihemed Hemîd Kerîm şehîd bû û welatiyeke din jî birîndar bû.
Piştî wan êrîşên terorîstên DIŞIê hêzên pêşmerge jî bo bersif dana terorîstan û parastina wan deveran dest bi amadekariyê kirin û bilez gehêştin wan cêyên ku ji aliyê terorîstan ve hatibûn topbarankirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin