Karê vê bandê dizî kirin û revandina xelkê bûye.
Li gor jêderên nûçeyan birêveberatiya asayîşa Koeyeyê diyar kiriye ku hêzên asayîşê karîne bandeke 10 kesî ya dizîn û revandina mirovan binçav bikin.
Li gorî agahiyên asayişê, ew band ji 10 kesan pêk tê ku 9 ji wan hatine girtin. Di nav wan de jinek jî heye.
Tê gotin ku endamên wê banda xirabkar, dizî dikirin, mirov direvandin û li hember berdana wan dirav ji malbatên wan distandin. Her wiha jin li hember zilaman bikar dihanîn û bi rêya şantajê dirav ji wan distandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin