Balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê daxuyaniyek ku kopiyeke vê jî ji Kurdistantvê re hatiye şandin weşand û têde behsa amara geştên xwe di meha Nîsanê de dike.
Li gor daxuyaniya han ji destpêka meha Nîsana 2018an heta dawiya heman mehê bi giştî 59 hezar û 409 kes ji derveya Kurdistanê bi rêya balefirxaneya Hewlêrê hatine Kurdistanê û her di heman mehê de jî 61 hezar û 103 kesên din jî ji Kurdistanê bo derveya welat sefer kirine.
Herwiha di meha Nîsanê de bi rêya balefirxaneya Hewlêrê bi qasî 1154 ten kelûpel hatiye Kurdistanê û 54 ten kelûpel jî ji derveya Kurdistanê re hatiye şandin.
Herwiha bi giştî 603 balefir jî li vê balefirgehê nîştine û rabûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin