Ew wezîrê YNKê ji wezîrê derve yê Tirkiyeyê gotiye em baca vê hevkariyê didin.
Wezîrê Dervê yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu da xuyakirin, ku wezîrekî YNKê yê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji wî re gotiye, ku di nava partiya wan de komeke biçûk alîkarî didin PKKê lê ew li dijî vê yekê ne.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu li Antalyayê di civîna çapemeniyê de bersiva pirsên rojnamevanan da û got: “YPG dema ji Minbicê derkeve dê çekên wan bêne wergirtin. Dema pêvajoya vekişînê qediya dê çek jî di destê wan de nemînin.”
Çavoşoglu diyar kir, "Piştî ku modela Minbicê hat temamkirin em ê li qadên din jî bisepînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin