Fermandariya Giştî ya YPG'ê koma xwe yên ji bo xebatên şêwira leşkerî û perwerdeya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li bajarê Minbicê bûn, paş de vekişand.
Fermandariya Giştî ya YPG'ê diyar kir ku koma wan a ji bo şêwira leşkerî li Mibicê bû erka xwe ya şêwirê, perwedeyê û alîkariya Melcîsa Leşkerî ya Mibicê bi dawî kir û got ku wan şêwirmendên xwe yên leşkerî piştî erka wan bi dawî bûye, paşde kişandin.
Daxuyaniya Fermandariya YPG'ê wihaye: Di çarçoveya Stratejiya giştî ya YPG'ê di derbarê şerê terorê de, me ji Melcîsa Leşkerî ya Minbicê dewename wergirtin ku hemleya leşkerî ya rizgarkirina bajarê Minbicê ji rêxistina DIŞIê ya terorist pêk bînin. Dewena di çarîka destpêkê ya sala 2016'an de hat. Li ser esasê vê bangawaziyê û di çarçoveya lihevkirinên me bi hêzên navdewletî û herêmî re ku Tirkiyê jî di nava de, hêzên me bi Koalîsyona Navdewletî re banga şêniyên Minbicê pêk anî û di 1'ê hizêrana sala 2016'an de hemleya rizgarkirina Minbicê da destpêkirin. Hemle zêdeyî 2 mehan dewam kir û di encamê de serkeftin hate bidestxistinû terorist jib ajar û beşek mezin ji gundên wê hatin derxistin. Serkeftin piştî ku hêzên me şervanên xwe yên herî baş di şerê li dijî terorê pêşkêş kirin. Ev berxwerdanî û fedekarî bi daxuyaniya rizgarkirina Minbicê ya di 15'ê tebaxa 2016'an de tacedar bû.
Piştî ku bajarê Minbicê hate rizgarkirin, ewlekarî û aramî li herêmê pêk hat, hêzên me di 16'ê mijdara sala 2016'an de ewlekariya herêmê radestî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin. Hêzên me jib ajar vekişiyan û derbarê mijarê de daxuyaniyek fermî hate dayîn, her wiha merasdîma leşkerî li ber ekranên televizyonan û saziyên çapemeniyê hate lidarxistin.
Li ser daxwaza Meclîsa Leşkerî ya Minbicê komek ji fermandarên me bi hêzên Leşkerî yên Minbicê re wekî şêwirmendên leşkerî man. Ev koma me di aliyê perwedeyê de alîkariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikirin. Ev bi awayekî kordînekirî û şêwra Koalîsyona Navdewletî pêk hat. Xebatên koma me ya şêwirê hata saeta amadekariya vê daxuyaniyê dewam dikir. Niha û piştî zêdeyî 2 salan ji berdewama karê wan, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gihişt asta ku karibe di aliyê perwedeyê de rêveberiya xwe bike, lewma Fermandariya Giştî ya YPG'ê biryara vekişandina şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Minbicê da.
Em wekî hêzên YPG'ê ji raya giştî û gelê me yê Minbicê re tekez dikin ku tekoşîn û fedekariya me beşek ji erka me ya rizgarkirina welatiyan ji teroristên DIŞI'ê yên xeteriyek mezin li ser tevahî mirovahiyê pêk aniye ye. Ji bo em erka xwe bidomîn in, nameya me ji hemû cîhanê re ew e ku em ê tekoşîna xwe ya li dijî teroristan bidomînin, em ê wan têk bibin û ewlekariyê li tevahî herêmên rizgarkirî pêk bîn in. Di heman demê de em tekez dikin ku heger pêwîstî pêk hat, dê hêzên me banga xizmên me yên Minbicê derhal pêk bîn in."
Anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin