Li Samerayê DIŞIê êrîşî hêzên ewlekarî kir

herî kêm du encamên hêzên ewlekarî hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Di encama êrîşa han de herî kêm du endamên hêzên ewlekarî hatine kuştin.

Li gor jêderên nûçeyan yên Îraqî îro danê sibê terorîstên DIŞIê li devera Samerayê ya ser bi parêzgeha Selahedînê êrîşî ser hêzên ewlekarî yên Îraqê kirine.

Jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku di encama êrîşên han de pevçûn di navbera terorîstên DIŞI û hêzên ewlekarî yên Îraqê de qewmiye û di encam de herî kêm du endamên hêzên ewlekarî hatine kuştin.

Li gor çepemeniya Îraqê piştî gehêştina artêşa Îraqê bo cêyê pevçûnê terorîstên DIŞIê ji deverê reviyane û berê xwe dane cêyeke din.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.