Mesrûr Barzanî û general Walter Pait behsa rewşa ewlekarî ya deverê kirin.
Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgirê Fermandarê hêzên hevpeymanan yên li Îraq û Sûriyeyê general Walter Pait û şanda pê re kir.
Di civînê de rewşa dawî ya ewlekarî û siyasî ya Îraqê, tevgerên vê dawî yên terorîstên DIŞIê ên li deverên rizgar kirî bi giştî û derdorê Kerkûkê bi taybetî hate kirin û her du alî behsa qonaxa pêşeroja şerê dijî terorîstan kir.
Derbarê qonaxa pêşerojê ya şerê dijî terorîstan de Mesrûr Barzanî behsa rewşa parêzgeha Kerkûkê kir û ragihand ku dema Kerkûk û derdorê Kerkûkê di destê pêşmerge de bû rewşa wan deveran gelek aram û parastî bû, lewre lazime bilez li gor nexşe rêya madeya 140 ya destûra bingehîn a Îraqê rewşa wan deveran were çareserkirin û rewşa dagîrkerî were bidawî anîn.
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa girîngiya dubare çê kirina baweriyê di navbera hêzên pêşmerge û hêzên Îraqê de kir û tekez li ser pêbendiya Kurdistanê ya li ser berdewam bûn li ser şerê dijî terorê kir.
General Walter Pait jî bi awayekî kurt behsa plana hevpeymanan bo perwerde kirina hêzên pêşmerge kir û her du alî li ser berdewam kirina diyalog û giftûgoyên şêwirmendane derbarê pirsên girîng de lihev kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin