Li Bakûrê Kurdistanê herî kêm 8 hunermend hatin girtin

dewleta tirk operasiyonek li dijî hunermendên Kurd da destpêkirin
کوردستان TV
100%

Li Amed û Wanê polîstan bi ser malên çend hunermendan de girt û bêyî ku sedem bê zanîn heşt hunermendên şano û muzîkê desteser kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyaye, polîsan li Amedê bi ser mala Hunermend Şêrko Kanîwarê ku xebatên xwe yên hunerî dike de girtiye û ew desteser kir. Bêyî ku sedema desteserkirina were zanîn, polîsan ew biriye beşa têkoşîna li dijî terorê ya ewlekariya Amedê.

Herwiha li Wanê jî polîsan li taxên cuda girtiye bi ser mala 7 hunermendan de û ew desteser kirine.

Navê hunermendên li Wanê hatine desteserkirin wiha ne: Kemal Yildirim,Emine Aksoy, Saliha Ayata, Elif Gemiciogglu, Ilyada Kutlar, Asmin Açar, Ferhat Aslan.

Hat raihandin ku sedema desteserkirina van hunermendan jî nehatiye zanîn û ew jî birine Birêveberiya Ewlekariya ya Wanê.

Mûzîk

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.