Serok Barzanî û balyozê Franseyê yê li Îraqê civiyan

behsa têkiliyên navbera Kurdistan û franseyê kirin
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Îraqê û têkiliyên navbera Kurdistan û Franseyê kirin.

Roja li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya balyozê Fransayê yê li Iraqê  Bruno Obirkir.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Fransa li Hewlêrê Dominik Mass jî amade bû, Balyozê Fransa li Iraqê ji bilî gihandina silavên Serokê Fransa û Wezîrê Derveyê welatê xwe ji bo Serok Barzanî, pîrozbahiya serkeftina lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê li Serok Barzanî kir. Hêvî jî xwest Herêma Kurdistanê beşdariyeke çalakane li proseya siyasiya Iraqê da bike li ser bingeha destûr û Iraqî jî rêz li daxwaz û hêviyên gelê Kurdistanê bigrin. Her wiha balkişand li ser rola bi bandor û yek alîkerê Serok Barzanî ya li paşaroja proseya siyasiya Iraqê û eve jî xisterû ku welatê wan amadeye yarmetîder bê ji bo paşaroja Iraqê û avadankirina Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî helwesta Serok û gel û hikûmeta Fransa kir li beranber gelê Kurdistanê û bi helwêstekî hevsengî da zanîn ku ji gelêk tê çaverê kirin ku xwediyê şaristaniyet û prensîpên mirovayetiyê ye û eve jî xisterû ku li hemû qonaxek da gelê Kurdistanê xwe bi dostê nêzîkî gelê Fransa dizanê û spasdarê wan e.

Serok Barzanî di derbarê proseya siyasiya Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinan û beşdariya aliyên Kurdistaniyan de tekez li wê yekê kir ku berçavgirtin û bi cîhkirina her sê prensîpên hevbeş û tewafuq û hevsengî ya li dosyeya siyasî û birêvebirin û aborî û emnî da ewlewiyeta serekî ya me ye û naverokên din li proseya siyasiya Iraqê da divê li bin ronahiya wan sê prensîpên serekî de bê.

Metirsiyên serhildana terorê li Iraqê mijareke dinê vê civînê bû û her dû alî jî li ser ewe hevrê bûn ku li ser proseya siyasî û pêşhatên Iraqê da li şêwirîn û peywendiyên berdewam da bin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.