Polîsê Hewlêrê dibêje beriya çend seatan dizî kiribûn.
Îro birêveberatiya polîsê Hewlêrê daxuyaniyek weşand û têde diyar kir ku piştî agehdar kirina polîs ji hebûna du bûyerên dizî kirinê li du taxên cuda yên Hewlêrê, polîs bilez li cêyên wan bûyeran dest bi lêkolîn û kom kirina zaniyariyan kir.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku hêzên polîs karîne piştî demeke kurt ji kom kirina zaniyariyan sê kes ku dihat payîn dizî kiribûn binçav kirin û piştî binçav kirinê jî kesên girtî li xwe mokir hatine û eşkere kirine ku beriya 12 seatan li du taxên cuda yên Hewlêrê dizî kirine.
Polîs di beşeke din ji daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku dosyeya wan dizan hatiye amadekirin û vê ji dadgehê re werin şandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin