Eşîrên ereb yên Îraq û sûriyeyê daxwaza ava kirina artêşekî dijî Kurdan dikin.
Eşîrên Ereban teklîfek kirin ku li Sûriyê li dijî Kurdan û Amerîkayê artêşeke nû were avakirin.
70 eşîrên Ereban yê Sûrî û Iraqî li Rojhilatê Helebê li Dêr Hafirê civînek çêkirin û ji bo Rejîma Sûriyê piştgiriya xwe nîşan dan.
Di vê civînê de giregirên eşîrên Ereban diyar kirin ku ew dixwazin leşkerên biyanî ji Sûriyê derkevin. Ji xeynî vê jî armanca wan ew e ku li dijî HSDê û Amerîkayê artêşekê ava bikin û ji bo wan ji Sûriyê derbixin wê bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Amerîkayê re şer bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin