Mariano Rajoy Serokwezîrê Îspanyayê ku bi gendeliyê dihat tohmetkirin, nekarîbû li parlamentoyê dengê pêbaweriyê bistîne û di encamê de hikûmet hilweşiya. Rajoyî rêveberiya xweser a Katalonyayê hilweşandibû.
Mariano Rajoy Serokwezîrê Îspanyayê nekarîbû li parlamentoyê dengê pêbaweriyê bi dest bixe.
Parlamentoya Îspanyayê ya ji 350 kesan pêk tê, îro ji bo hikûmeta ku ji hêla Partiya Gel hatiye avakirin civîna dengê pêbaweriyê pêkanî. Hin endamên Partiya Gel ji ber gendeliyê ceza xwaribûn û ev jî bûbû sedema çêkirina vê civînê.
Di dema dengdanê de 180 parlamenteran dengên qebûlkirinê bi kar anî û 169 parlamenteran jî dengên neqebûlkirinê. Di encamê de hikûmeta Rajoyî hilweşiya.
Çavlirêye ku Pedro Sancehez roja duşemê erka avakirina Serokwezîrtiyê bistîne û hefteya pêş lijneya xwe aşkere bike.
Li Îspanyayê ji bo hilweşandina hikûmetê, ji 350 parlamenteran divê 176 parlamenter dengên neyênî bidin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin