Zextên Ereb û hêzên çekdar li ser Kurdan didomin

erebên hawirde li gel hêzên çekdar milkên kurdan dagîr dikin
کوردستان TV
100%

Piştî 16ê Cotmehê erebên derdorê li gel hêzên çekdar zextên xwe yên li ser Kurdan zêdetir kirine.

Piştî bûyer û xiyaneta 16ê Cotmehê, erebên ku pêştir ji aliyê rejîma Sedamê ve bo deverên Kurdan hatibûn veguhastin, bi wergirtina cesaretê ji çekdarên Îraqî dest kirine bi dagîr kirina mal û milkên şêniyên Kurd yên wan deverên Kurdistanî yên ku hatine dagîrkirin.

Erebên li sînorê bajarokê Gulale, ji bo ku Kurdan ji wî bajarokî derxin gelek hewl didin.  Erebên li Gulaleyê li dijî bi dehan rayedarên siyasî û leşkerî yên Kurd doz vekirine û wan bi wê yekê tometbar dikin ku zêdetirî çar hezar xaniyên Ereb ên li Gulaleyê ji aliyê wan ve hatine rûxandin.

Erebên li Gulaleyê di dawiya sala 1970ê de di çarçoveya pêvajoya erebkirinê de hatine gundên Kurdan ên li devera Şêx Baba û erdên Kurdan li ser wan hatine tapokirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.