Behsa helwesta aliyên siyasî yên Îraqê derbarê pêşeroja Îraqê de kirin.
Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokkomarê Îraqê Osame Nocêfî û şandeke pê re kir.
Di civînê de Serok Barzanî û Nocêfî nêrînên xwe yên derbarê hevkêşeyên siyasî yên li Îraqê ên li piştî hilbijartinan lihev guhastin û behsa eger û çawetiya ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê kirin.
Her di heman civînê de her du alî behsa pêşhatên dawî yên li Îraq û helwesta aliyên serkeftî yên di hilbijartinan de derbarê pêşeroja Îraqê de kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin