Rewşa Bexdayê gelek aloz û metirsîdare

tê payîn ku rewşa Bexdayê aloztir bibe
کوردستان TV
100%

Biryara parlementoya Îraqê ya derbarê hilbijartinan de rewş zêdetir aloz kiriye.

Piştî ku parlementoya Îraqê biryar da daku hinek ji encamên hilbijartinên 12ê Gulanê werin hilweşandin, ew biryara han ji aliyê Serokkomar, civata wezîran ya Îraqê û hin aliyên siyasî yên Îraqê hate rexne kirin.

Li gel ew rexneyên han jî hinek aliyên siyasî yên Îraqê gefa destpê kirina xwepêşandanan dikin û di vê çarçoveyê de jî dohê bi şev li Bexdayê çend xwepêşandan hatin kirin, li ser vê çendê jî hêzên ewlekarî yên li Bexdayê huşdariya vê yekê didin ku rewşa ewlekariya Bexdayê di nava metirsiyê deye û mimkune rewşa ewlekarî ya Bexdayê têk biçe.

Ji aliyeke din ve çavkaniyên ewlekarî û yên torên civakî behsa vê yekê dikin ku jiber tirsa têkçûna rewşa ewlekariya Bexdayê bi sedan Filat( tirimbîlên mezin yên barhelgir) bo ku tank û zirepûşên li Kerkûk û Keywanê bo Bexdayê veguhazên bo Kerkûkê hatine şandin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.