Şervan Derwîş: îdayên vekişîna me ji Minbicê derew in

fermandarekî HSDê dibêje amerîka ji minbicê navekêşe
کوردستان TV
100%

Berdevkê Fermî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş vekşandina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji bajarê Minbicê derewand û tekez kir ku gelek alî dixwazin ewlehî û aramiya herêmê tevlî hev bikin, lewma agahiyên berovajî belav dikin.

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji ajansa me (ANHA) re axivî û diyar kir ku gelek dezgehên çapemeniyê dibêjin Meclîsa Leşkerî ya Minbicê xwe ji bajarê Minbicê vekişandine da ku artêşa Tirk a dagirker derbasî wê bibin.

Derwîş da zanîn ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Koalîsyonê di nava hevkariyê de ne û destnîşan kir ku gotinên hatin belavkirin derbarî vekşandina Meclîsa Leşkerî ji bajêr  derewin. Gelek alî hene dixwazin aramî û ewlehiya li herêm tevlî hev bikin. ji ber  wê agahiyên wiha belav dikin."

Derwîş diyar kir ku ew dizan in koalîsyonê û Tirkiyê bi hev re bicivin  û tekez kir ku heta niha derbarê çarenûsa Minbicê ne gihiştine tu itîfaqan.

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî  ya Minbicê Şervan Derwîş destnîşan kir ku şandeyek ji Wezareta Karê Derve ya Amarîka serdana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kir û tekez kirin ku ew ê piştgiriya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bikin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.