Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) her sal li ser azadiya baweriyê raporekê amade dike. 22 rûpelên rapora îsal li ser Tirkiyeyê ye.
Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) her sal li ser azadiya baweriyê raporekê amade dike. 22 rûperên rapora îsal li ser Tirkiyeyê ye.
Di raporê de hatiye eşkerekirin:
“Di operasyonên li Saziya Dîyanetê hatî kirin de 4 hezar karmend ji karê wan hatine derêxistin.”
Li gor raporê li Tirkiyeyê ew kesên ne misilman nikarin li gor baweriya xwe bijîn.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku dewlet elewîtîyê ji Îslamê cida dibîne û Cemgehan wek cihê îbadetê nabîne.
“Digel ku ji sala 1935ê ve Ayasofya mûze ye gelek kesên siyasetmedar jî di nav de, bi bangnameyan diyar dikin, ew dixwazin ew der bibe mizgeft.”
“Li Tirkiyeyê miftîyên sinnî hatin erkdarkirin ku dikarin zewaca fermî çêbikin. Ev yek statûya wan û birêvebirên civakê dike wekhev.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin