Heyeta alman ku serdana Rojava kir ragihand ku em ê ji bo têkbirina siyasetên Tirkiyê û Alman ên li dijî Efrînê bixebitin.
Heyeteke Almanyayê ku ji parlamenter û Endamên Partiya Çep a Almanyayê û hejmarek akademîsyen pêk dihat di Deriyê Sêmalka re derbasî Rojava bûn. Heyet ji aliyê Cîgirê Serokatiya Desteya Têkiliyên Derve ya Herêma Cizîrê Fener El-Giêt û Seroka Desteya Jinan Emîna Umer ve hat pêşwazîkirin.
Heyetê di serî de serdana Avahiya Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ya li bajarê Qamişlo kir û li vir jî ji aliyê Hevseroka DesteyaTêkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratk a Kantona Cizîrê Sîham Qeryo, Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Mizgîn Ehmed û Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Ilyas Seydo ve hat pêşwazîkirin. Endamên heyetê spasiya nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku pêşwaziya wan kir kirin û ragihand ku ew hatin Rojava da ku tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji nêz ve bişopînin û parastina wê bikin.
Endamên heyetê gotin: "Agahiyên me hene ku dewleta me piştgirî daye dewleta Tirkiyê da ku Efrîn dagir bikin. Ev cihê mixabiniyê ye. Ji bo têkbirina siyasetên alman û Tirkiyê yên li dijî sivîlên Efrînê em ê bixebitin. Di heman demê de em dixwazin sûdê ji vê tecrûbeyê bigirin û ji her aliyan nas bikin da ku li welatê xwe pêk bînin."
1habervar
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin