Biryare ji sedî 10ê dengan dubare werin hijmartin.
Piştî biryara parlementoya Îraqê ya bo dubare hijmartina ji sedî 10ê dengên Îraqê, komîsyona bilind ya hilbijartinan dilgiraniya xwe li hember vê biryarê diyar kir û anî ziman ku nabe ew deng dubare werin hijmartin.
Ji aliyeke din ve jî îro Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî di derbarê biryara parlementoyê de daxuyaniyek weşand û têde diyar kir ku biryara hilweşandin û dubare hijmartina dengan biryareke nedestûriye.
Serokwezîrê Îraqê Ebadî herwiha dilgiraniya xwe ya li hember hişdariyên komîsyona bilind ya hilbijartinan ku gotibû mimkune li Îraqê şerê navxweyî destpê bike diyar kir û got: Ew biryar cêyê ecîbmayînê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin