Daxwaz ji tevahiya aliyan dike pêbendî destûrê bin.
Piştî ku jiber dubare hijmartina dengan û biryara parlementoya Îraqê ya bo dubare hijmartina dengan, alozî û nakokiyên navbera aliyên siyasî yên Îraqê zêdetir bûn, Serokkomarê Îraqê daxuyaniyek weşand.
Li gor nivîsgeha Serokkomariya Îraqê, Serokkomar Fûad Mesûm daxwaz ji tevahiya aliyan û komîsyona bilind ya hilbijartinan kiriye ku pêbendî biryar û hikmên destûra Îraqê bin.
Serokkomar herwiha aniye ziman ku lazime ew şîret û rêçikên ku ji aliyê destûrê ve hatine danîn werin cîhbicîhkirin bo dozên li ser prosesa hilbijartin û hijmartina dengan.
Serokkomar daxwaz ji tevahiya aliyan kiriye ku selametiya prosesa hilbijartinan biparêzin û rêz ji ewlekarî û aramiya welat bigirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin