Serok Barzanî li gel Serokê PAKê civiya

behsa rewşa Bakûrê Kurdistanê kirin
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Bakûr û hilbijartinan kir.

Îro Serok Barzanî li Selahedînê pêşwaziya şandeke partiya azadiya Kurdistanê bi Serokatiya Serokê vê partiyê Mistefa Ozçelîk kir.

navenda Çapemenî û ragihandinê ya Partiya Azad a Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyek ragihand ku şandeke partiya wan di bin serokatiya Serokê Giştî yê PAKê Mitefa Ozçelik de çûne serdana Herêma Kurdistanê û li wir Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şanda PAKê kiriye.

Di daxuyaniyê de li ser naveroka civînê de jî ev tişt hatin gotin, "Di vê hevdîtinê de, Serokê Gişti yê PAKê Mistefa Ozçelik, di derbarê xebat û siyaset û bîr û rayên PAKê de agahdariyên berfireh da. Herweha di derbarê Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan û hevdîtinên ligel HDP û HUDAPARê de agahdarî da, bîr û rayên xwe anîn ziman.  Mistefa Ozçelik, di derbarê rewşa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de jî bîr û rayên xwe anîn ziman."

Herwisa hat diyarkirin ku Serok Barzanî jî di civînê de agahiyên li ser rewşa Herêma Kurdistanê, Iraqê û encamên hilbijartinên 12ê Gulanê da û bîr û rayên xwe anîn ziman.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.