Li Rojhilatê Kurdistanê pasdarên Îranê êrişî Kolberên Kurd kir û di encamê de kolberek hat kuştin û yek jî hat birîndarkirin.
Li herêmên Şîno û Sîdekan ku dikevin navbera Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê, pasdarên Îranê êrişî Kolberan kir.
Di encama êrişa pasdarên Îranê de kolberê bi navê Rêbwar Mûradî (28) canê xwe ji dest da û kolberek jî birîndar bû.
Ew kolberê birîndar li nexweşxaneyeke Hewlêrê tê dermankirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin