Festîvala Zarokan a Amedê dest pê kir

vê sê rojan bidome
کوردستان TV
100%

Festîvala Zarokan a Amedê duh (27ê Gulanê) dest pê kir ku wê heta 3yê Hezîranê berdewam bike. Di çarçoveya festîvalê de li gel şanoyan, wê atolyeyên fotograf, drama, mîm, kûkele û yên din ên hunerî çêbibin.

Piştî festîvala a şanoyê, Şanoya Bajêr a Amedê niha jî ji bo zarokan dest bi kar û xebatê kiriye. Şanoya Bajêr a Amedê cara yekê ye ku li bajêr festîvala zarokan li dar dixe. Festîvalê duh (27ê Gulanê) dest pê kir û wê heta 3yê Hezîranê berdewam bike ku slogana wê “Dora min li te” ye. Di çarçoveya festîvalê de li gel şanoyan, wê atolyeyên fotograf, drama, mîm, kûkele û yên din ên hunerî çêbibin.

Di çarçoveya festîvalê de Ruknettîn Gun, Rezan Kaya û Serdar Ûgûrlû wê atolyeya dramayê, Kîbar Suvarî atolyeya fotografan, Derya Saglam atolyeya mîmê û Mehtap Alîşan jî wê atolyeya kûkele û hunerê çêbike.

Li gel Şanoya Bajêr a Amedê wê di festîvalê de Sahneya Ciwanan a Assitej û Tiyatro Bereze jî lîstikên xwe ji bi zarokan nîşan bidin.

Dîsa Tulîn Saglam wê gotûbêja bi navê “Ji bo zarokan şano şert?” û konsera Orkestraya Zarokan a Ma Musicê jî di nava bernameya festîvalê de cî digirin.

Bianet

 

Mûzîk

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.