Serok Barzanî li gel Sekreterê giştî yê projeya Erebiya Îraqê civiya.
Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê giştî yê projeya erebiya Îraqê Xemîs Xencer û şandeke pê re kir.
Di civînê de Xemîs Xencer spasiya gelê Kurdistanê û Serok Barzanî kir ku hevkariya penaberên Îraqî kirine û ew hewandine û rêzdariya xwe jî ya li hember rola Serok Barzanî ya di warê hevkarî kirin û hewandina wan penaberan diyar kir û ew yek bi helwesteke dîrokî wesif kir û got: Ew hewlesta han bi ti awayî nayê jibîrkirin.
Di civîna han de behsa prosesa siyasiya Îraqê, hilbijartin û pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê jî hate kirin û her du alî tekez li ser hemahengî û lihev veguhastina nêrînên xwe yên derbarê prosesa siyasiya Îraqê û bernameyên hikmûeta nû ya Îraqê de kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin