Kongreya Amerîkayê Heşda Şebî xiste lîsteya terorê

sê grûpên ser bi heşda şebî ketin nava lîsteyê
کوردستان TV
100%

Hat ragihandin ku Kongreya Amerikayê 3 grûbên çekdar yên di nava rêxistina Heşda Şebî de xiste lîsteya terorê.

Di nava lîsteya terorê ku bi fermî ji bo erêkirinê ji Kongreya Amerîkayê re hatiye şandin de 3 grûbên milîs ên Heşda Şebî jî cih digrin. Grûben ku di lîsteyên de cih digrin bi rêxistinên terorî tên binavkirin.

Grûbên milîs ên girêdayî Heşda Şebî Esayib Ehl El-heq, Tevgera Nuceba û rêxistina Hizbullaha Iraqê di nava lîsteya terorîst de cih digre. Lîste ji aliyê Kongreya Amerikayê ve hat erêkirin û ji bo erêkirina dawî li Senatoyê ye.

Milîsên Heşda Şeibî ku di bin navê şerê dijî DIŞIê de hatin avakirin piraniya wan bi Îranê ve girêdayîne. Ev hersê rêxistinên Heşda Şeibî ku ketina lîsteya terorê Amerîka ji bo derketina ji Iraqê tehdîd dikirin.

Sputnik

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.