Şer jiber şere keleşîrê çê bûye.
Çavkaniyek ji parêzgeha Dîwaniye ya Îraqê diyar kir ku jiber kêşeyek ku jiber şerê keleşîran(dîkan) çê bûye pevçûn di nava xelkê de çê bûye û di encam de herî kêm 6 kes birîndar bûne.
Çavkaniya han diyar kiriye ku di destpêkê de jiber şera keleşîran pevçûn di navbera du kesan de qewmiye û pişt re ew şerê han mezintir bûye û di nava şer de çek jî hatiye bikaranîn.
Li gor gotinên vî jêderî hêzên ewlekarî jî çûne cêyê bûyerê lêbelê nikarîne dawî bi pevçûna navbera xelkê bînin û pişt re hêzeke zêdetir ya leşkerî çûye deverê û rewş kontrol kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin