Sedir behsa hikûmeta nû ya Îraqê dike û dibêje dibe hikûmeteke resen be.
Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir ku hevdem Serokê lîsteya Sêrûne yaku di hilbijartinên Îraqê de bûye yekem, li ser pêgeha xwe ya li twitterê peyamek derbarê hikûmeta nû ya Îraqê de weşand.
Sedir dibêje lazime hikûmeta nû ya Îraqê hikûmetek be ku ne sune, ne şîi, ne erebî, ne Kurdî û ne jî netewî û tayêfî be belku lazime hikûmeteke resen ya Îraqê û opozîsyoneke avaker û aştiyane hebe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin