Li paytexta Rûsyayê Moskowê ji bo pirsgirêka Sûriyê panelek hate lidarxistin. Di vê panelê de ji bo Kurdan otonomî jî hate rojevê.
Serokê Kongreya Navcînçîtiyê ji bo gelê Sûriyê Vitali Navmkin got ku “li gorî min Rûsya bi şerta ku hikûmeta federal qebûl bike, ji bo Kurdan otonomiyê dixwaze û di amadekariyên makezagonê de jî ev tekrar kiribû.”
Navmkin wiha berdewam kir: “Li Sûriyê Dewleteke Kurd a Federal wê çawa were sazkirin, divê gelê Sûriyê biryara vê yekê bide. Rûsya ji bo vê biryarê, zextan li ser ti kesî nake. Em bi rejîma Beşar Esed re di têkiliyê de ne. Tenê em teklîf dikin ku Otonomiya Federal bidin Kurdan. Lê em ti kesî pişgirî nakin.”
Peyamakurd
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin