Komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartin û rapirsiyê li herêma Kurdistanê amaje bi vê yekê kir ku di helbijartinên parlamentoya Kurdistanê de dê dengan bi awayê dest ve bijmêrin û got; emê her rêyekê li hember sextekariyê bigrin.
Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar îro 24.05.2018ê bi civîneke çapemeniyê ragehand: ‘’Di civîna îro ya encûmena komîsyaran de biryar hate dayîn bo helbijartina parlamentoyê ya ku biryare 30.09.2018ê pêkbê, deng dê bi awayê destî bên hejmartin.’’
Herwaha got, ev biryara komîsyonê li ser bingeha daxwaza 5 aliyên siyasî bûye, ku daxwaz kiribûn di helbijartinên parlamentoya Kurdistanê de bi sîstema elektronîk a helbijartinê ve deng neyên hejmartin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin